İlhami Erkılıç
20 Nîsan 2021•Rojanekirin: 20 Nîsan 2021
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê barana gur wê bibare û bayê xurt wê rabe.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê pir ewrayî be, ji danê nîvro pê va dem demî wê baraneke gur bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde be, ji hêla başûr û başûrê rojava bayekî nîvqewî wê rabe, carna jî wê di nav saetê da di navbra 40 û 60 kîlomêtro da wek bahoz dewam bike.
Ji ber ku di bagerê da talûkeya ketina daran û baniyan heye, divê welatî û rayedar baldar û bi tevdîr bin.
Li herêmê bi şev germa herî kêm li Agiriyê 5, li Erzirom, Qers û Erdexanê 6, li Erzincanê 12, li Tunceliyê 14, li Îdirê 15 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 29, li Tunceliyê 26, li Erzincanê 24, li Agiriyê 22, li Erziromê û Erdexanê 21, li Qersê jî 20 pile tê payîn.