Haydar Şahin
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê li bendê ne ku baran bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî be û tê texmînkirin ku piştî nîvro li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê şilî bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be, bayê ji aliyên bakur û rojavayê bakir ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 4, li Erziromê 7, li Agiriyê 8, li Erzincanê 9, li Tunceliyê 16, li Îdirê 18 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 30, li Îdir û Erzincanê 27, li Agiriyê 26, li Erziromê 21, li Qersê 20 û li Erdexanê jî 18 pile be.