İbrahim Atmaca
13 Tebax 2020•Rojanekirin: 13 Tebax 2020
Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî derbas bibe.
Li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê danê nîvro barana gur wê dest pê bike û danê êvarê tavî û teyrok wê çêbibe.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 9, li Qersê 11, li Erziromê 12, li Agiriyê 15, li Erzincanê 17, li Îdirê 22 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde jî li Îdirê 31, li Erzincanê 29, li Agiriyê 27, li Erziromê 25, li Qersê 24, li Erdexanê 20 pile tê payîn.