İbrahim Atmaca
10 Gulan 2020•Rojanekirin: 11 Gulan 2020
Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Şanliurfa, Gazîantep û Kahramanmaraşa ku derketina derva hatiye sînordarkirin, kuçe vala man.
Wezareta Karên Navxweyî ji bo 23 bajarên mezin û Zongudakê 2 rojan derketina derva sînordar kir û bi destpêka vê sînordarkirinê va li hersê bajaran kuçe, kolan û meydan vala man.
Li Şanliurfayê di roja duyemîn a sînordarkirinê da jî kuçe û kolan vala bûn.
Li bajêr ji bilî wezîfedaran kes derneket dervaû çûyîn û hatina peya û wesayîtan daket asta herî kêm.
Li derdora Gola Masiyan ku nîşaneya bajêr e jî xalî ma.
- Kahramanmaraş
Kolana Trabzonê di serî da li bûlwarên Azerbeycan, Ataturk û Şekerdereyê çûyîn û hatina peya û wesayîtan pir kêm bû.
Meydanên Miftîtî, Demokrasî, Îradeya Neteweyî û Mizgefta Mezin jî ji bilî wezîfedaran xalî ma.
- Gazîantep
Li Gazîantebê jî Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê, bûlwarên Gazî Muhtar, Zanîngeh û Karataşê jî xalî bûn.
Polêsan jî kuçe û kolanên xalî bê kontrol nehiştin.