İbrahim Atmaca
27 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê ji rêncber ji ber germê mecbûr dimînin û heywanên xwe derdixin zozanan û gelek rêncber jî zozanên Mûşê tercîh dikin.
Koçerên ku seba havîna xwe lê derbas bikin, ji Sêrtê hatin Mûşê û li zozanan kon vegirtin û heywanên xwe diçêrînin.

Ahmet Çelîkê ku ji Kurtalana navçeya Sêrtê hat zozanê Tankoya ser Korkuta navçeya Mûşê diyar kir ji ber ku cihê ew jê tên germ pir zêde ye, xwedîkirina heywanan zehmettir dibe.
Çelîk got ku ew ji ber vê yekê heywanên xwe derdixin zozanan û wiha dewam kir:

"Em nû hatin vê derê. Me konên xwe vegirtin. Em ê 6 mehan li vê derê bimînin. Dahata me ji firotina şîr, penêr û rûnê nivîşk tê. Heywandarî ji bav û kalên me ji me ra maye. Em li Mûşê zozanan kirê dikin û paşê heywanên xwe tînin. Dema me diqede û em vedigerin gundê xwe."
Ji koçeran Leyla Çelîkê jî got ku ew rojê du danan pez didoşin û wiha dewam kir:
"Piraniya eqrebayên me li Kurtalanê dijîn. Em ji bo ku bi wan ra xeberdin, panelên tavê datînin û pê têlefonên xwe şarj dikin. Em ceyrana xwe jî ji panelê hildidin. Ji ber ku Mûş herêmeke biewle ye, ev 2 sal in em tên van zozanan."