Yunus Hocaoğlu,Canip Kaplan
20 Hezîran 2024•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2024
Kevirên cinan ên li Narmana navçeya Erziromê di betlaneya Eyda Qurbanê da mazûvaniya turîstan dikin.
Li herêma kevirên cinan a di 7emîn kîlomêtroya rêbeja Narman-Pasînlerê ye 12 kanyonên cuda hene.
Li herêma ku bi saya xebatên Walîtî, Şaredariyên Bajarê Mezin û Narmanê ji bo turîzmê hat amadekirin, havînê çalakiyên wekî ATV, safariya hespan û meşên siruştê tên lidarxistin.
Wek zivistanê, havînê jî ziyaretvan tên herêmê û dema xwe derbas dikin.
Di Eyda Qurbanê da gelek kesên tên Erziromê tên ziyareta kevirên cinan.
Îlayda Turana ku hatiye ziyaretê ji nûçegihanê AAyê ra got ew ji bo betlaneya eydê hatiye Kevirên Cinan a Narmanê.
Turanê wiha got: "Vê eydê em hatin vir. Me dît û em pir kêfxweş bûn. Xebatkar jî pir eleqedar bûn, ez spasiya her kesî dikim."