Hilmi Tunahan Karakaya
25 Mijdar 2022•Rojanekirin: 26 Mijdar 2022
Li Narmana navçeya Erziromê kevirê cinan ku di nav gel da jê ra "warê periyên sor" jî tê gotin him bi şev û him jî bi roj xalî nabe. Bi roj geştyarên meraqdar tên dîtinê û bi şev jî kesên dixwazin wêne û dîmenên galaksiya kadizê bikişînin tên herêmê.

Kevirê Cinan ên li Narmanê 300 milyon sal berê çêbûne û ji aliyê taybetiyên xwe yên jeolojîk û dîtbariya xwe va tesîrê li ser ziyaretvanan dikin. Ew di nav gel da wek "warê periyên sor" tê binavkirin û ji aliyê çêbûnê va li dinyayê tenê dişibin Kanyona Grandê ya li Geliyê Koleradoya Amerîkayê.

Di encama xebatên Walîtiya Erziromê, Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê û Şaredariya Narmanê va her demsal turîst dikarin kevirê cinan ên li navçeyê ziyaret bikin.
Kevirên cinan ku ji aliyê çêbûnê va dişibin Geliyê Mezin ê li Amerîkayê bi roj ji alî turîstên xwecî û biyanî va tê ziyaretkirin û bi şev jî meraqdarên galaksiya kadizê dihewîne.
Kesên dixwazin dîmen û wêneyên stêrkan bikişînin tên amûrên xwe amade dikin û gorî dilê xwe dest bi kişandina wêne û dîmenên galaksiya kadizê dikin.

Komeke endamên Komeleya Hunera Wêneyê ya Erziromê (ERFOD) bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê va li herêma "şahiya stêrkan" pêk tê, wêne û dîmen kişandin.
Digel sir û seqema li herêmê meraqdarên esman û stêrkan seranserê şevê warê periyên sor têra dilê xwe wêne kişandin û dîmen qeyd kirin.
Serokê EFRODê Yildiran Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo nasandina herêmê xebatên hunerî dikin û wiha domand: "Ev der bi roj û şev xweşiyên ji hev cihê li ser xwe dihewîne. Li vê derê wêneyên gelek xweş tên kişandin û ev xweşî li vê derê heye."