Sayim Harmancı
25 Mijdar 2022•Rojanekirin: 26 Mijdar 2022
Pispora Nexweşî û Tenduristiya Zarokan Doxtor Olena Erkun li Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê dixebite û di xizmeta şêniyên bajêr da ye.
Erkunê di sala 1995an da Zanîngeha Tipa Neteweyî ya Danylo Halytsky Lvivê xilas kir û qasî du salan jî di heman zanîngehê da di qada Pisporiya Nexweşî û Tenduristiya Zarokan da perwerdehî hilda û li welatê xwe qasî 20 salî xebitî.

Li welatê xwe di sala 2015an da bi beytarekî welatiyê Tirkiyeyê ra zewicî û li Stenbolê bi cî bû. Ji bo domandina karê xwe di ezmûna hevtayiyê da bi ser ket û li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Sakaryayê qasî 4 salan wek wezîfedarê lêkolînê xebitî.
Ji bo ku bikaribe li Tirkiyeyê wek pispor karê xwe bike jî sala par di TUSê da bi ser ket û di çarçoveya xizmeta mecbûrî da li Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê hat wezîfedarkirin.

Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr jî ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê wezîfedar kir û Olena Erkun jî ji dil û can karê xwe dike.
- "Ez qet poşman nînim"
Erkunê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku ew heft sal berê zewicî û hat li Tirkiyeyê bi cî bû û paşê jî bû welatiya Tirkiyeyê û wiha domand: "Ez di meha sibatê da li vê derê hatim wezîfedarkirin. Min gelek ji vê derê hez kir. Mirovên li vê derê baş in, rêzê nîşan didin û sebra wan heye. Ez qet poşman nînim."