Elif Irmak
18 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Karxezala çiyê ya ku li qada çiyayî ya Eruha navçeya Sêrtê hat dîtin hildan bin parastinê.
Karxezala ku gundiyan li çiyayê li ser gund dîtin bi wesayîta Şeftiya Karsaziya Daristanê ya Eruhê anîn Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Sêrtê.
Midûrê Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê Nevzat Amcalar diyar kir ku cisnê karxazelan di nav heywanên bin xetereya qelanê da ye.
Amcalar diyar kir ji bo ku karxezalê hildin bin çavdêriyê şandin Navenda Rehabîlîtasyona Heywanan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û got ku "Karxezala çiyê li çolwarê navçeya Eruhê ji hêla welatiyekî hesas va hatiye dîtin. Teslîm hat hildan tedawiya wê ya ewil hat kirin."
Amcalar got karxezelê bi şîrê bizinan xwedî dikin û piştî ku li Navenda Rehabîlîtasyona Heywanan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hat dermankirin dê karxezalê teslîmê wan bikin û wiha axivî: "Em jî dê karxezalê li herêma ku lê hat dîtin berdin tebîatê."