Tolga Akbaba
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Amadekariyên merasima cinazeyê Elî Xameneyiyê rêberê berê yê Îranê ku di 28ê Sibatê da bi êrîşa Amerîka û Îsraîlê hat kuştin, li Mizgefta Mûsallayê ya Îmam Xumeynî ya li Tehranê didomin.
Li hewşa mizgeftê ji bo bicihkirina darbestên Xameney û kesên din ên ku di heman êrîşê da hatin kuştin, platformeke mezin hat çêkirin.
Her wiha derdora platformê jî bi bloqên beton hat girtin û bi vî awayî çûyîna ber bi vî cihî bi rêjeyeke mezin hat sînordarkirin.
Li hewşa mizgeftê ji xeynî vê pergala hênikkirinê jî hat damezirandin da ku beşdar ji ber germê aciz nebin.
Li qada ku gelek vînc û makîneyên kar dixebitin, tedbîrên ewlekariyê jî balê dikişînin.
Tê plankirin, ji bo Xameney 3yê Tîrmehê roja Înê bi beşdariya serokdewlet, rayedarên astbilind û rêberên dînî va merasima cinazeyê ya fermî û navneteweyî were lidarxistin.
Di 4ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 06.00an da li Mizgefta Mûsallayê ya Îmam Xumeynî piştî rawestîna rêznîşandanê ya gel jî tê pêşbînîkirin merasimên cinazeyê dest pê bikin.
Tê diyarkirin, merasima dawîn û definkirina cinazeyê Xameney dê di 9ê Tîrmehê da li bajarê Meşhedê werin pêkanîn.