Abdullah Tel,Haydar Şahin
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2020
Ji alimên heyama Osmaniyan Ebûbekir Efendî di sala 1862an da ku Siltan Ebdulezîz Xan li ser text bû ji bo Afrîkaya Başûr hatibû wezîfedarkirin û ew çûbû û li wê derê bi cih bûbû, ji neviyên wî Ebûbekir Ruştu Atala jî bû pîlotê Misilmanê ewil ê Afrîkaya Başûr û di dîrokê da bi vê nîşanê cih girt.
Ehmed Ataullah Efendiyê bavê Atala di sala 1902an da wek serkonsolosê Dewleta Osmaniyan tayînî Sîngapûrê hat kirin û Atala jî li ser vê ji Umît Burnuyê çû Stenbolê bi xwîşk û birayên xwe ra di Mekteba Siltanî da perwerdehî dît û ji wir jî çû Londonê û di lîseya teknîkî da xwend.
Di sala 1896an da Atala li Afrîkaya Başûr hat dinyayê û berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn vegeriya Cape Townê û hê di 18 saliya xwe da bû pîlotê Misilmanê ewil ê welatê xwe.
Lêkolînerê Xebatên Afrîkayê ya Zanîngeha Cape Townê Dr. Halîm Gençoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Afrîkaya Başûr ji bo Tirkiyeyê him ji hêla dîrok û him jî ji hêla mîratê va Atala şexsekî gelekî girîng e.
Gençoglu di axaftina xwe da got: "Atala li Afrîkayê li dijî nijadperestiyê têkoşiyaye û ew egîdek e û li Afrîkaya Başûr ji kesên bi qerd û qiymet yek e."
- Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da li dijî Îngilîzan şer kir
Atalayê bi zimanê Îngilîzî xweş zanibû li eniya Sûriyeyê li alî Dewleta Osmaniyan dijî Îngilîzan şer û casûsî kir.
Gençoglu destnîşan kir ku Ruştu Atala Beg di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da li Kûtul Amareyê şer kir û di bîranîn xwe da dibêje ku wî li Şamê bi ser trena Lawrence da bombe barand û xwest wî bikuje û wiha domand: "Li eniya şer fermandaran jê ra digotin yê ji Kepiya Hêviyê û wisa xîtabî wî dikirin. Birayê wî Fuat Ataullah jî fîlolog bû û wî jî li Çeneqeleyê şer kir. Îro çend kesên ku li dervayê Tirkiyeyê hatine dinyayê tên û ji bo Tirkiyeyê şer dikin? Ruştu Atala Beg li dervayê welêt be jî ji Tirkiyeyê hez dikir."
Di berdewamiya axaftina xwe da Gençoglu got ku xwîşka wan Hewa Xayrunîsa jî doxtora jin a Misilman a ewil a Afrîkaya Başûr bû.
- Ew malbateke ji heyama Osmaniyan a zana ne
Gençoglu destnîşan kir ku divê mîrata Atala û malbata wî neyê jibîrkirin û qedr û qiymeta wan bê zanîn.
Gençoglu got, "Dema Şerê Cîhanê yê Ewil xilas bû Atala vegeriya Afrîkaya Başûr dema serokê Cemiyeta Îslamê ya Cape Townê bû ji bo erdheja Erzincanê ya sala 1939an bi Mislimanên Afrîkaya Başûr ra pere kom kir şand. Min seneda meqbûzê li arşîva Cape Townê dît. Hem ji bo dîroka Tirkan hem jî ji bo dîroka Afrîkaya Başûr munewerekî ku hatiye jibîrkirin e."
Gençoglu destnîşan kir ku daweta sineta Atala bi telîmata Siltan Ebdilhemîd hatiye kirin, dema li ser hemdê xwe bû jî mihebeta wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir.
Gençoglu got, "Hêviya min ew e ku bi telîmata Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê girîngiyê dide polîtîkayên Afrîkayê va navê Ebubekir Efendî û şexsiyetên pêşeng ên wefat kirine li xwendingeh, park, mizgeft û zanîngehan bikin ku bira neyên jibîrkirin. Gelê me yê lehengên xwe ji fîlman nebîne ji dîrokê bibîne."
Ruştu Guven Atalayê nevîyê Atala yê li Afrîkaya Başûr dijî di qadên bazirganî, burokrasî û perwerdeyê da gavên girîng avêtiye û hewl dide mîrata malbata xwe biparêze.
Atala wiha axivî: "Ehmed Ataullah Efendiyê kalikê min ê kurê Ebûbekir Efendî wekî balyozê Tirkiyeyê yê Sîngapurê hatibû tayînkirin. Ebûbekir Ruştu Atalayê kalikê min ê kurê wî jî li Afrîkaya Başûr bû pîlotê Misliman ê ewil. Ligel serkeftinên wî ji ber ku em melez in rejima Apartheîd a li Afrîkaya Başûr li me cudakarî dikir."
Atala bal kişand ku Ebûbekir Efendiyê kalikê wî di heyama Dewleta Osmaniyan da şandine Afrîkaya Başûr, malbata wî bi salan li Afrîkayê dewleta xwe temsîl kirin.
Atala wiha pê da çû: "Bi belavbûna Dewleta Osmaniyan va malbata me hat jibîrkirin em li vê derê man. Daxwaza me piçûk e, em dixwazin wekî zarokên Tirkiyeyê werin naskirin û bibin welatî. Bi vî awayî kesên dixwazin dikarin vegerin welatê xwe."