Jiyan

Baxçesaray ji bo bibe navenda raftîngê hewl tê dayîn

Li Baxçesaraya navçeya Wanê ya ku bi Çemê Miksê, darên guzan, dehl û daristanên xwe va balê dikşîne niha jî ji bo bibe yek ji navendên sporên siruştê kar û xebat tên kirin.

Abdullah Tel  | 28.07.2020 - Rojanekırın : 31.07.2020
Baxçesaray ji bo bibe navenda raftîngê hewl tê dayîn

Van

Li Baxçesaraya navçeya Wanê ya ku bi Çemê Miksê, darên guzan, dehl û daristanên xwe va balê dikşîne niha jî ji bo bibe yek ji navendên sporên siruştê kar û xebat tên kirin.

Cihên xweş û derên siruştî yên herêmê ku ji ber bûyerên terorê veşartî mabûn ji bo bibin navendên karên civakî û xebatên sportîf ên neteweyî û navneteweyî hewl tên dayîn.

Baxçesaraya navçeya Wanê ya bi daristên şîn ên li ber palên çiyayên bilind va balê dikşîne niha li ser Çemê Muksê ji bo kirina pêşbaziyên raftîngê parkur tên avakirin.

Bi saya siruşthez û tîma raftîngê ya li navçeyê hat damezrandin va li Baxçesarayê eleqeya li ser raftîngê zêde bû û Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê jî ji bo kar û xebatên nû yên li navçeyê hewlên xwe didomîne.

- "Li Tirkiyeyê ji parkurên herî baş yek e"

Serantronorê Tîmên Neteweyî Savaş Îzmîrliyê ku bi telîmata Serokê Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê Fîkret Yardimci hat navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku perwerdehiya rehberiyê ya 20 sporvanan li navçeyê hat dayîn û wiha pê da çû: "Me li vê derê 20 ciwanên hêja perwerde kirin. Ciwanên me yên perwerdehiya xwe temam kirin jî bûn mazûvanên mêvanên hatin vê derê û raftîng bi wan dan kirin. Xêra perwerdehiya me dabû bi çavên xwe dît. Min piraniya çemên li Tirkiyeyê dîtine û ava çemê navçeyê aveke baş û zelal e, pêlên wê zêde ne lê talûke kêm e."

Îzmîrlî bal kişand ser tîma raftîngê ya li Çataka navçeya cîran a hat damezrandin û got ku wan di demeke kurt da di hemû şampiyoniyan da xwe nîşan dan û wiha dewam kir: "Zarokên li herêmê ji av û çem bêhay nînin û ev jî di serfiraziya wan a di vê sporê da bi kêrî wan tê."

- "Navçeya me navenda sporên siruştî û turîzma baweriyê ye"

Wekîlê Midûrê Xizmetên Spor û Ciwaniyê ya Navçeyê Affan Orhan got ku li navçeya wan raftîng di serî da sporên li siruştê tên kirin zêde ne û wiha domand: "Baxçesaray bi xweşiyên xwe ji cihekî hêjayê Tirkiyeyê yek e lê mixabin ev der ji hêla turîzmê va zêde nayên zanîn. Me bi şirketên gerê yên li Wanê ra hevdîtin kir û ewan anî vê derê. Em dixwazin raftîng jî di nav da sporên ku dikare li navçeya me bê kirin û turîzma baweriyê ya li navçeya me potansiyela wê heye bidin naskirin û hay pê bixin."

Şule Yangina di çarçoveya gerê da hatibû navçeyê û raftîng kir got ku navçe bi siruşta xwe dereke xweş e û dixwaze ku herkes bê û ji vê xweşiyê îstifade bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.