Önder Beyter
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 20 Tebax 2020
Tê texmînkirin ku li dewrûbera Rîze, Artvîn, Erzirom, Qers Erdexanê û her wiha deverên hundir ên Trabzonê îro tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li gorî hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro li rojhilatê bakurê welêt hewa dê perçe ewrayî û cih cihan jî pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li dewrûbera Rîze, Artvîn, Erzirom, Qers Erdexanê û her wiha deverên hundir ên Trabzonê îro tavî û taviya bibirqetav dê were. Her wiha tê texmînkirin ku li ciyên din jî hewa dê kêm ewrayî û sayî be.
Tê pêşbînîkirin ku di pileyên germahiyê da jî guhertineke girîng çênebe û di asta demsalê da be.
Ba jî dê bi piranî ji bakur û rojhilatê bakur, li qeraxên Behra Spî û başûrê rojhilat ji rojava û rojavayê başûr nerm, dem demî jî nîveqewî rabe.