Jiyan

Ji meteorolojiyê hişyariya taviyê

Tê texmînkirin ku li Marmara, Ege, Behra Spî ya Rojava, rojavayê bakurê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Rojava û Navîn û herwiha qeraxên Behra Reş a Rojhilat îro dê tavî û taviya bibirqetav were

Önder Beyter   | 08.10.2019
Ji meteorolojiyê hişyariya taviyê

Ankara

Tê texmînkirin ku li Marmara, Ege, Behra Spî ya Rojava, rojavayê bakurê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Rojava û Navîn û herwiha qeraxên Behra Reş a Rojhilat îro dê tavî û taviya bibirqetav were.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya hewayê li bakur û deverên hundir dê zêde bibe û li ciyên din jî guhertineke berbiçav dê çênebe. Germahî li seranserê welêt dê di asta pileyên demsalê da be.

Herwiha tê texmînkirin ku li Marmara, Ege, Behra Spî ya Rojava, rojavayê bakurê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Rojava û Navîn û herwiha qeraxên Behra Reş a Rojhilat îro dê tavî û taviya bibirqetav were. Li ciyên din jî hewa dê perçe ewrayî be.

Herwisa tê texmînkirin ku tavî dê li başûr û rojhilatê Marmarayê û li Mugla, Duzce, Zonguldak û dewrûbera Bartinê wekî herêmî bihêz be.

Gelekî girîng e ku li van deran welatî li hemberî îhtimalên wekî lehî û bayê bihêz bi tedbîr bin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın