Ji bo zarokên li Îdlibê stûmal û kuman çêdikin
Li Erzinganê keçên xama yên xwebexş ku di bin sîwana Navenda Ciwanan a Midûriyeta Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Parêzgehê da dixebitin, ji bo ku ji zarokên li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê ra bişînin, stûmal û kuman çêdikin.
Erzincan
Li Erzinganê keçên xama yên xwebexş ku di bin sîwana Navenda Ciwanan a Midûriyeta Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Parêzgehê da dixebitin, ji bo ku ji zarokên li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê ra bişînin, stûmal û kuman çêdikin.
Keçên xama yên xwebexş bi xercaneyên xwe ta û şîşik sitandin û pê ji bo zarokên Îdlibî, stûmal û kum çêkirin.
Midûrê Navenda Ciwanan Halil Ertugrul Koroglu diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Wezareta Ciwanî û Werzişê li seranserê welêt ji bo bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Koroglu diyar kir ku wan ji Erzinganê jî alîkarî da kampanyayê û wiha axivî, "Ciwanên me yên xwebexş bi derfetên xwe, bi pereyên ji ber xercaneyên xwe, alavên wekî ta û şîşik bîter kirin û ji bo zarokên mexdûrên şer dest bi çêkirina stûmal û kuman kirin. Herwiha piştî ku ev kum û stûmal hatin çêkirin dê ji bo zarokên navborî bên şandin."
Serkêşa ciwanan Sibel Torunlarê jî diyar kir ku wan nikaribû li hemberî drama mirovî ya li Îdlibê çavê xwe bigirta û wiha dewam kir, "Me biryar da ku em jî bibin alîkar. Şer kir ku xwîşk û birayên me di sermayê da derbeder bimînin. Heger em bi van stûmal û kuman va dest û dilê wan ê ku dicemide germ bikin, ev yek dê ji bo me bibe serbilindî û şanazî."