Sabri Yıldırım
06 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2026
Li Mûşê ji bo vekirina rêya Mûş û Qulpê ku ji ber berf û pûkê hatibû girtin, xebat dewam dikin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 113emîn a Rêbejan di rêya Mûş û Qulpê da xebat dan destpêkirin. Berfa ku di 27ê Berfanbarê da ketibû û bagera ku rabûbû, rê girtibû.
Li Çiyayê Kozmayê û Herêma Şenyaylayê qalindahiya berfê cî bi cî dertê 2 mêtreyî, ekîban qismekî mezin ê rêya ku 35 kîlomêtre ye, paqij kir.
Operatorê makîneya kar Îsmaîl Omeroglu diyar kir, ji ber ku qalindahiya berfê zêde ye, ew bi zehmetî dixebitin.
Omeroglu destnîşan kir ku ba û bager nahêle ku meriv pakî bixebite, lê ew ê di demeke herî kin da rê vekin.