Elif Irmak
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2020
Hat ragihandin ku li Wanî Bidlîs, Mûş û Hekariya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope li cihên bilind jî berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê tê payîn ku li tevahiya herêmê hewa pir ewrawî be, sibehê baran cî bi cî şilope û li cihên bilind jî berf bibare.
Bi şev û sibehê tê texmînkirin ku digel cemed û qeşayê cî bi cî mij û moran çêbe û hat xwestin ku welatî û rayedar baldar û bi tevdîr bin.
Li herêma ku dê germahiya hewayê di asta demsalê da be tê texmînkirin ku ba ji aliyê başûr û rojhilat nîveqewî bê.
Li Gola Wanê hewa dê pir ewrawî be, sibehê û danê nîvro dê bi navbera baran û şilope bibare. Ba dê ji aliyê rojava û bakurê rojava bi leza 2 an 4 (10-30) kîlomêtroyî rabe.
Tê texmînkirin ku li herêmê di nav rojê da germahî li Wanê 8, li Hekariyê 3, li Bidlîsê 3 û li Mûşê 4 pile be.