Önder Beyter
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2020
Li Sêrtê alîkariya kinc û solan dan zarokên gundan.
Li Sêrtê 150 cot sol û 80 kinc ku xêrxwazan bexşandin, li navçeyên Perwarî û Erûhê li zarokên gundan hatin belavkirin.
Kadir Ozdemir ku alîkarî belav kirin, sipasiya kedkaran kir.
Ozdemir her wiha bal kişand ku ew ê qederek şûnda alîkariya qocix û botên zivistanê jî bidin zarokên malbatên desteng û wiha dewam kir, "Alîkariyên ku me ji xêrxwazên ji parêzgeha me ku piraniya wan esnaf in berhev kirin, me li gundan belav kirin. Derfetên zarokên gundan tunene. Li navçeyên Perwarî û Erûhê me bi rêya mixtaran xwe gihand zarokan û me ji 230 zarokan jê sol dan 150yan, 80yên din jî me kinc dan wan. Ev alîkariyên me dê bidomin."
Malbatan jî ji bo alîkariyê sipasî kirin.