17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
BITLÎS
Li Balîcaya gundê Hîzana navçeya Bidlîsê aşît ket û rê hat girtin, jinika ku ji gurçikên xwe nexweş di gund da asê ma û bi xebatên ekîban hat xilaskirin.
Li gundê Balîcayê rewşa Muhabbet Çelîka ku ji gurçikên xwe nexweş e giran bû û eqrebeyên wê haya rayedaran pê xist. Ekîbên tenduristiyê ji bo ku Çelîkê bigihînin nexweşxaneyê xebat dan destpêkirin lê belê ji ber aşîtê rêya gund hatibû girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bi makîneyan va hatin ku rê vekin. Piştî xebateke ku demeke dirêj dewam kir rê hat vekirin û ekîb gihîştin Çelîka nexweşa gurçikan. Li gund midaxeleya ewil hat kirin û paşê Çelîk bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.
Cebraîl Uzerê mixtarê gund got çaxa ku xeber hildan rewşa Çelîkê giran e haya ekîbên tenduristiyê pê xistin û ji wan alîkarî xwestin, lê belê ji ber ku rêya gund girtî bû tengasî kişandin.
Uzer diyar kir ku rê ji ber aşîtê hatibû girtin û ekîb di tengasiyê da man û wiha pê da çû:
"Li gundê me berf zehf dibare ji ber vê jî hin caran aşît dikeve. Vekirina rê zehf ber xwe dide. Ji vir çend roj berê dîsa aşît ket. Rayedar û ekîb çi ji destê wan tê kirin. Nexweşa me bi saxî û silametî gihandin nexweşxaneyê. Xwedê ji hemû kesên ku keda wan tevlî vê bû razî be."
Kerem Çelîkê mêrê Muhabbet Çelîkê jî ji bo xebatan ji ekîban ra sipas kir.