Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ev serkeftin di encama bazariya siyaset û dîplomasiyê de hat bidestxistin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya 69emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe çû New Yorka Amerîkayê.
Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da çapemeniyê û pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan got ku îdiayên ku dibêjin xebatkarên Serkonsolxaneya Misûlê bi bazariyê hatine xilaskirin, ne rastin.
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Yên ku van îdiayan derdixin, li ser çi dibêjin nizan im. Ez nizan im bazariya ku behsa wê tê kirin çî ye jî. Heke behsa bazariya bi pereyan be, tu carî ev ne rast e. Lê ji hêla siyasî û dîplomasiyê ve heke behsa bazariyê bê kirin, helbet li vir bazariya siyasî û dîplomatisiyê heye. Ji xwe ev serkeftin serkeftineke dîplomasiyê ye."
Erdogan got ku ji bo ku xebatkar bên xilaskirin, Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî û Hêzên Çekdar ên Tirk gav bi gav ew şopandin. Serkonsolos Ozturk Yilmaz jî alîkariyeke mezin da tîman ku ew bên xilaskirin.
Serokomar Erdogan got ku dema peyva operasyonê tê gotin divê mirov bi tenê top û tivingan neyne bîra xwe, lewra hewalên me bi operasyona siyasî ve hatin xilaskirin.
Erdogan li ser pirsa "Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji bo avakirina herêmeke tampon hûnê bi Barack Obama re biaxivin û an jî hûnê vê mijarê di Lijneya Giştî ya NYyê de bibîn rojevê?" wiha axivî:
"Mijara avakirina herêmeke tampon girîng e. Min ev mijar di Civîna NATOyê de anîbû rojevê. Di hevdîtina birêz Obama de jî em li ser vê mijarê axivîn. Em ji hin welatên ku di nav koalîsyonê de cih digrin re jî li ser vê mijarê axivîn. Wek ku hûn dizanin heftaya borî Wezîrê Parastinê û Wezîrê Karên Derve yên DYAyê hatin welatê me. Bi wan re jî em li ser vê mijarê axivîn. Ez ne bawerim niha demeke fireh çêbibe ku em li NYyê bi birêz Obama re bi hurgilî biaxivin. Lê dibe ku bi Alîkarê Serokê DYAyê re derfeta me çêbibe ku em biaxivin."
Erdogan behsa koçên li sînorên Tirkiyeyê jî kir û wiha got:
"Hûn dizanin li pêş me pirsgirêkeke mezin heye, ew çî ye? Koçberiyên ji Sûriye û Iraqê ne, penaberî ye. Em hewl didin ku em dilê xwe ji wan re vekin û wan biparêzin. Ev jî tevgereke dewleteke mezin a bi şeref e. Ez dixwazim vê bi taybetî bibêjm."