17 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
BÎNGOL
Li Bîngolê mişteriyên diçin çayxane û qehwexaneyan di şûna çayê da şîr vedixwin. Nêzî 300 çayxane û qehwexaneyên li bajêr kar dikin di rojên sar ên zivistanê da ji bilî çay û qehweyê ji mişteriyê xwe ra şîr jî germ dikin û îkram dikin.
Mişteriyên ku li çayxane û qehwexaneyan di şûna çayê da şîr vedixwin him nava xwe germ dikin, him siheta xwe difikirin û him jî piştgiriyê didin şîrfiroşên ku li herêmê debara xwe bi vî karî dikin. Mişterî, şîrfiroş û xwediyên çayxane û qehwexaneyan ji vê edeta hanê razî ne.
Serokê Odeya Sinetkar û Esnafên Bîngolê (ESOB) Yilmaz Çapak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di salên dawîn da êdî li gelek qehwexaneyan li ber çayê şîr jî tê vexwarin û hêviya wan ew e ev kurmê bi cih bûyî dewam bike û wiha pê da çû: "Mala wan ava be esnafên me di qada paqijiyê da pir hesas in. Çawa ku xwediyên qehwexaneyan qezenc dikin, şîrfiroş jî qezenc dikin. Em ji bo vê esnafên xwe jî teşfîk dikin ku bila şîr vexwin. Li qehwexane û pastexaneyên me rojê ji 5 tonan zêdetir şîr diçe."
Xwediyê qehwexaneyekê Aydin Gungor jî ragihand ku li ser daxwaza mişteriyan dest bi firotina şîr kir û rojê nêzî 15 lître şîr difiroşe û wiha dewam kir: "Ji ber zivistane û hewa jî sar e mişterî jî di şûna çayê da şîr tercîh dike. Ez şîr ji gundiyan distînim û şîrê me organîk e. Em zivistanê ji çayê zêde şîr difiroşin."
- Di îskana çayê da şîr
Haci Ayanê li qehwexaneyê şîr vexwar jî got: "Ez zivistanê ji bo di îskana çayê da şîr vexwim têm qehwexaneyê. Li bajarê heywandarî lê tê kirin lazim e qiymetê bidin şîr. Li qehwexaneyan bi tenê na divê li malan jî şîr vexwin. Şîrê me paqij e, baş e. Ez li gelek deveran geriyam lê min di ser şîrê Bîngolê da şîr nedît û ez lê rast nehatim."
Kesên bi heywandariyê ra eleqedar in, mişterî, şîrfiroş, xwediyên çayxane û qehwexaneyan ji vî kurmê hanê pir razî ne û dixwazin ku bila ev yeka ji bo siheta mirov bi kêr e li navçe û gundên Bîngolê jî bi cih bibe.