Elif Irmak
12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Li Agiriya ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe li Robara Muradê ku qismeke mezin jê cemed girtiye welatî di sir û seqemê da cemedê dişkînin û masiyan digirin.
Kesên ku mehên havînê karên cuda da dixebitin û debara mala xwe dikin piştî sir û seqemê li Robara Muradê ku rûyê wê cemed girtiye masiyan digirin.
Komeke ku di nav wan da kesên ji bo kêfa xwe masî digirin jî hene sibehê zû tên robarê ku rûyê wê cî bi cî cemed girtiye û piştî ku amadehiyên xwe dikin dest bi kar dikin. Piştî ku cemedên li kêleka çêm tên şikandin ji bo masîgirtinê torên ededî yên ku dibêjinê "tora dîrgen" û "reşîn" berdidin avê. Bi texteyan li cemedan dixin, deng derdixînin û dixwazin ku masî hêsantir bikevin torê.
Masiyên ku di sir û seqemê da û piştî têkoşîneke dijwar tên girtin dadigirin telîsan û li kêleka rêya Agirî-Wanê hewl didin ku bifroşin.
- "Em ji bo masîgirtinê bi bivirê cemedê dişkînin û qulan vedikin"
Îsmaîl Çabukê ku li çen masî digire gote nûçegihanê AAyê ku li herêmê zivistan dijwar derbas dibe û ji ber vê dema masî digirin zehmetiyê dikşînin.
Çabuk diyar kir ku di nav masîgiran da digel kesên ku ji bo debara xwe dixebitin kêm be jî kesên ku ji bo kêfê masî digirin jî hene û ev gotin:
"Yek ji bajarên herî sar ên Tirkiyeyê Agirî ye. Zivistana me ya 6 mehî gelekî dijwar derbas dibe. Her derê cemed girt. Em cemeda li ser çêm dişkînin û amûra ku dibêjinê "tora dîrgen" û me bi destan çêkiriye berdidin avê. Em zivistanê bi vê torê gelek masiyan digirin. Me îro nêzî 4 kîloyan masî girt. Bavê min jî masî digirt û ez jî ji bîraya xwe va ji wî hîn bûm û bi awayê hîn bûme jî dewam dikim. Ez ji bo kêfê têm masîgirtinê û gelekî ji vê hez dikim. Em dema masiyan digirin gelekî kêf dikin."
Çabuk behs kir ku heta cemed bihele li çem masiyan digirin û got ku car carna zarokên wî jî bi wî ra ji bo masîgirtinê tên.