Jiyan

Qîmeta penêrê bipincar wê bi destê jinan zêde bibe

Li Wanê ji bo qîmeta penêrê bipincar zêde bibe, çêkirina wê belav bibe û ew zêdetir bê firotan qursek hat vekirin û 25 jin wê 6 mehan perwerdeyê bibînin

Türkan Tosun, Haydar Şahin  | 12.01.2021 - Rojanekırın : 13.01.2021
Qîmeta penêrê bipincar wê bi destê jinan zêde bibe

Van

Li Wanê çêkirin û mihefezikirina penêrê bipincar bi perwerdeyê va tê hînkirin.

Projeya "Mekteba Cotkaran a Biperwerde" ya ku bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê, Wezareta Çandinî û Daristanan, Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî û Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) va tê meşandin, dewam dike.

Di çarçoveya vê projeyê da ji bo ku navê penêrê bipincar zêde bê bihîstin, qalîteya wê zêde be û ew gelekî bê firotin li navçeya Çataxê qursek hat vekirin.

Di vê qursê da xebatkarên Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê perwerdeyê didin 25 jinan ku ewê 6 mehan dewam bike.

Rayedar bi şîrê pêz û pung, çetilî, sîrim, mendik, hêliz, siyabo û pincarên bi vî rengî hildidin û dersê didin jinan ku ew penêr çêbikin.

Çiqas xoy divê bixin nava penêr, di kîjan kupan da divê bê parastin ev hemû tên hînkirin.

Piştî 6 mehan penêrê hatine çêkirin wê bên firotin.

- "Emê penêrê bipincar bi dinyayê bidin nasandin"

Berpirsyarê projeyê Bunyamîn Hakan ji nûçegihanê AAyê da daxuyand penêrê bipincar li bajêr navdar e û ji bo ku çêkirina wê bê parastin û derbasî nifşên nû bibe ew perwerdeyê didin jinan.

Hakan got Wan ji hêla çandinî û heywandariyê va bajarekî girîng e û wiha axivî: "Em li qadê, baxçetên bi berfê va hatine nixûmandin û tewleyan perwerdeyê didin hilberînêrên xwe. Em dixwazin karê cotkaran pêşva here, qezenca wan zêde be, kar û bar bikeve destê wan. Di çarçoveya projeyê da li Çataxê em der barê çêkirina penêrê bipincar da dersê didin 25 jinan. Bi saya perwerdeyan penêrê bipincar a ku li bajarê me gelekî girîng e wê bêtir bê zanîn. Emê penêrê bipincar bikin marqe û dinyayê bidin nasîn."

- "Em ê li Wanê koperatîfa jinan a ewil wekin"

Hakan got ku di encama perwerdeyan da ew ê bi piştgiriya FAOyê da li bajêr koperatîfa jinan a ewil wekin û wiha pê da çû: "Li bajêr avêtina penêr cuda ye. Me dît ku li navçeyên Başqele, Gevaş, Çatax û Baxçesarayê rêjaya xoyê û pincara dixin nav penêr cuda ye. Hem tehm hem jî aromaya penêrê sîrim ê berê dixistin kupên ji heriyê hatibûn çêkirin gelekî xweş bû. Niha penêrê sîrimê dixin kupên plastîk. Em ê ji nû va penêr têxin dîzikan û bigihînin tehma wê ya berê. Em ê penêrê sîrimê bigihînin standardê û têxin marqe. Bi xebatên bên kirin mîqtara pincarê û xoyê ew ê li ser kupan were nivîsandin. Em ê li ser wan kupan jî şiklên Kelha Wanê, Pişîka Wanê, Behra Wanê û Girava Axdamarê xêz bikin û derxin bazara dinyayê."

- Hilberîna penêrê baş

Emîne Susana qursiyer jî diyar kir ku ji bo tevkariyê bide budçeya malê û kêmasiyên xwe temam bike beşdarî qursê bû.

Susanê got ku ew ê ji vê pê va hilberîna tendurist bikin û bigihêjin kiryaran û wiha axivî: "Em ê penêr têxin kupên ji axê. Ji bo navçeya me ev xebateke baş e. Em ê şîrê pezê xwe yê biharê derdikeve zozanan kêrhatî bi kar bînin. Bi saya perwerdeya tê dayîn va em ê qirara xoyê ya divêjin nav penêr normal bikin û penêrê baş çêbikin. Ez bawer dikim ku em ê penêr bi qelîteyeke baş derxin bazarê."

Ayşe Selçukê jî got di perwerdeyê da hûrgiliyên nizanibûn ên wekî rêjeya xoyê hîn bûn, ji kesên keda wan tevlî qursê bûn ra sipas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın