Hüseyin Cem Dağıstanlı
28 Gulan 2025•Rojanekirin: 29 Gulan 2025
Wezareta Navxweyî ragihand ku ji bo 11 parêzgehan sibê hişyariya "zer" a meteorolojîk hatiye dayin.
Di daxuyaniya wezaretê ya ser hesabê medyaya civakî da hat destnîşankirin ku li gorî agahiyên dawîn ên ku ji Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê hatin sitandin, sibê ji ber barana gur ji bo 11 parêzgehan hişyariya "zer" a meteorolojîk hatiye dayin.
Li gorî daxuyaniyê, li bakurê Adana û Mersînê, bakurê û rojavayê Osmaniye û Kahramanmaraşê, navçeyên bakur ên Hatayê, başûrê Sêwasê û bakur rojavayê Meletiyê tê çaverêkirin barana gur bibare.
Beşên navendî yên Artvînê û rojhilatê Erziromê digel Erdexan û Qersê barana gur û berq û tavî tê payîn.
Hişyarî hat dayin ku welatî li hember neyêniyên weke lehî, birûsk, bayê xurt û neyêniyên hatûçûnê baldar bin.