Önder Beyter
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 07 Hezîran 2019
Li Bidlîsê ekîbên AŞya Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) di meha remezanê da ji bo ku welatî di tariyê da nemînin, bênavber dixebitin.
Li Bidlîsê ekîbên ku nîvê şevê didin ser rê û diçin erizeyan temîr dikin, fitara xwe jî li ser sifreyên ku li çolê datînin, vedikin.
Ekîb pirî caran gava karê wan naqede, paşîva xwe jî li çolê dixwin.
Kordînatorê erizeyê yê VEDAŞê endazyar Samet Tan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêran da diyar kir ku tevî 165 personel û 25 wesayîtan ew 7 roj û 24 saetan di xizmeta gel da ne.
Tan bal kişand ku ew, rojên taybet jî li ser karên xwe ne û wiha dewam kir:
"Kîngê îxbareke erizeyê were, ekîb destxwera dide ser rê û diçe midaxale dike. Qedera saetek berê îxbara erizeyê hat, ji ber ku me jî midaxaleyî erizeyê kir, ji neçariyê me fitara xwe li vî gundî vekir. Gava em derdikevin erizeyê, heger temîr dê gelekî biajo, wê demê ji bo fitarê em kumanyayê didin personelê xwe. Li ciyên ku em lê ne, xelk jî alîkariyê dide me. Îro jî me fitara xwe bi nan, tametês û penêr vekir. Em carinan li rexê newalekê, carinan li serê çiya, carinan jî li ber dîregekê, sifreya xwe datînin û fitara xwe vedikin."