"Hoste Geppeto"yê Tekirdagê şikl dide daran
Mustafa Kayayê ku li Tekirdagê wek "Hoste Gepetto" tê nasîn ji darên hişkbûyî berhemên destan çêdike û wisa debara xwe dike.

Tekirdağ
TEKIRDAG
Mustafa Kayayê 50 salî yê ku li Tekirdagê wek "Hoste Gepetto" tê nasîn ji darên hişkbûyî kukla, peyker, saet, sandoq, sehpa û berhemên destan çêdike û wisa debara xwe dike.
Kaya bi wesayîta xwe va navçeyên Tekirdagê digere û darên ku êdî kêrî tiştekî nayên berhev dike. Paşê bi van daran va tiştên diyariyê çêdike û wan difroşe.
Hoste Kaya got ew xwe wekî hunermendekî dihesibîne û çêkirina tiştên darîn jî hez dike.
Kaya got ji ber ku ew bi daran va kuklayan çêdike navê wî wekî Hoste Gepetto derketiye û wiha axivî: "Wek ku tê zanîn Hoste Gepetto Pînokyo çêkiriye. Ez jî bi daran va kuklayan çêdikim, ji ber vê ji min re dibêjin Hoste Geppetto. Ez navçe bi navçe digerim û li ku derê tiştekî bibînim wesayîta xwe didim sekinandin û daran vedirojim û şikl didim wan. Turîstên herêmî û biyanî yên ku tên bajêr eleqeyeke mezin nîşanî berhemên min didin. Berê min li ber mala xwe ev kar dikir, lê ji ber ku şaredarî nahêle ez niha navçe navçe digerim. Heta niha min bi hezaran dar bi kara anîne û heta ku qeweta min bigihêjê ezê karê xwe bikim."