Sevim Hatun
22 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Xebatên kolanê yên arkeolojîk ên li Girê Kortîka ser Bismila navçeya Diyarbekirê jiyana Kemal Sirlanê (29) li herêmê dimîne guhert.
Xebatên arkeolojîk di sala 2000î de di çarçoveya Projeya Xilaskirina Berhemên Çandî yên wê di bin Bendava Ilisûyê de bimînin de li herêma Girê Kortîka ser Bismilê dest pê kirin. Di çarçoveya projeyê de gelek berhemên dîrokî yên bin erdê û rûyê erdê derketin holê.
Sirlanê li gundê Yukari Sazlika kîlometreyek dûrî Girê Kortîkê ye sala ku xebatan dest pê kirin lîse xilas kiribû û ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe li vir dest bi xebatê kir. Sirlan li vir axa ku dihat derxistin ji ciyê kolanê derdixist.
Sirlan li vir arkeolog dîtin û ew ji xwe re wekî mînak girtin. Salek şûnde ket ezmûnê û Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir. Sirlanê ku dest bi xwendina beşa arkeolojiyê kir havînê dîsa di karê berê kiribû de xebitî. Sirlanê ku 4 sal bi şûnde zanîngeh kuta kir li Zanîngeha Batmanê di Beşa Arkeolojiyê de dest bi masterê kir.
Sirlan sala par di ezmûna KPSSyê de di nav 10 hezar kesî de bû 16emîn. Sirlan niha li ciyê ku hê hevalên wî wekî karker dixebitin niha arkeolog e.
Arkeolog Kemal Sirlan ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî: "Min nizanibû kolanên arkeolojîk çi ne. Armanca min qezenckirina pere bû. Serê ewil min tenê li vir axa kolanê barî erebeyên destan dikir û ji ciyê kolanê dibir."
Sirlan wiha dewam kir:
"Bi saya kolandinan min ji vî karî pir hez kir. Wextê berhemên dîrokî derdixistin pir kêfxweş dibûn. Ji ber vê yekê ez çûm min ev beş xwend. Salên xwendekariyê jî ez dihatim tevlî xebatan dibûm."