İbrahim Atmaca
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Li Sêrtê Şefîk Ceylanê 69 salî di dikana xwe ya 10 mêtreqareyî da 40 sal e utî û çanîkan temîr dike her çend kal bûbe jî hê dixebite.
Ceylan li taxa Ulkuyê di Sûka Serefkaran da dixebite û perê nanê xwe ji vî karî derdixe û her sibe bi heman eşq û şewqê dikana xwe vedike.
Ceylan ev kar ji apê xwe hîn bûye û hînî Nurulllah Ceylanê (17) kurê xwe jî kiriye. Ceylan li dikana xwe ya ku emrê xwe tê da derbas kiriye, dixwaze heta emrê wî têrê bike vî karî bidomîne.
Ceylanê ku 30 salê xwe di heman dikanê da derbas kiriye, got ku bi guhertina alav û amûrên ku ew temîr dike va eleqeya li ser vî pîşeyî jî guherî.
Ceylan wiha axivî: "Berê karê me baş bû. Lê di demên dawîn da karê temîrê nema. Welatî ji dêvla ku cîhazên xwe temîr bikin, cîhazekî nû dikirin. Bandora vê jî li ser karê me çêbû. Apê min ev pîşe hînî min kir, min jî hînî kurê xwe kir. Kurê min hosteyekî pir baş e, em bi hev ra dixebitin."