İbrahim Atmaca
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 21 Tebax 2020
Li gor danezana Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, hewaya hênik wê ji aliyên bakurê rojava dest pê bike û tesîra xwe herî zêde li bakur û herêmên rojhilatê nîşan bide.
Îro li Marmara û Behra Reş a Rojava û Navîn, sibê û dawiya hefteyê jî li herêmên bakur û rojhilatê barana gur û tavî teyrok tê payîn, roja yekşemê jî baran wê welêt biterikîne.
- Germa hewayê wê kêm bibe
Bi baranê ra germa hewayê wê îro û sibê li bakur û deverên hundir, dawiya hefteyê jî li herêmên rojhilatê di navbera 4 û 7 pileyan da wê kêm bibe û cî bi cî têkeve binê şert û mercên demsalê.
Li gor texmînê germa hewayê wê ji şemiyê pê va ji aliyê rojava va cardin zêde bibe.