Jiyan

Guldexwînan zozan xemilandin

Li çiyayên Batmanê guldexwînên pirteqalî, sor û zer siruşt xemiland

İbrahim Atmaca  | 19.05.2019 - Rojanekırın : 21.05.2019
Guldexwînan zozan xemilandin

Batman

Li çiyayên Batmanê guldexwînên pirteqalî, sor û zer siruşt xemiland.

Li navçeya Sasonê Zozanê Siltanê di serî da guldexwînan li ser çiyayê Helkis û Singitûrê, li Zozanê Şillekê vekirin û siruşt xemiland. Xemla guldexwînan nêzî 15 rojan didome û kesên dixwazin vê xemlê bibînin, berê xwe didin zozanan.

Dema ku Yavuz Siltan Selîm Sefera Çaldiranê dike, li Zozanê Siltanê konê xwe datîne.

Sabahattîn Atalayê ku derket zozanê diyar kir ku li herêmên din ji guldexwînê ra "Çîçeka Kerbelayê" û "bûka digrî" jî tê gotin û wiha dewam kir, "Du hefte emrê van heye, paşê diçilmisin. Her çend em bi rojî bin jî em ji bo vê xweşikahiyê derketin serê çiyê."

Mustafa Sevenê ku wêneyan dikşîne jî got ku guldexwînan çiyayê Sasonê xemiland û wiha dewam kir, "Ji bo ku ez vê çîçeka bedew bibînim, derketim Zozanê Şillekê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın