Ovacik bi kulîlka zer va xemilî
Li Ovacika navçeya Tunceliyê zevî bi kulîlka zer va xemilîn Alî Can Bîşkîn: "Ez bextewar im ku di nav van çîçekan da me û vê hewaya paqij distînim"
Tunceli
Li Ovacika navçeya Tunceliyê zevî bi kulîlka zer va xemilîn.
Kulîlka zer her sal di hefteya ewil a meha gulanê da li ser zeviyên gundên Konaklar, Paşaduzu, Kizik, Çakmakli û Koyungoluya ser navçeyê vedibin û dîmeneke xweş derdixin holê.
Berfa ser çiyayên Munzurê û kulîlk bi hev ra siruştê dixemilînin û ziyaretvanên ku ji bajêr û parêzgehên derdorê tên, hejmetkar dihêlin.
Alî Can Bîşkînê ku li gundê Çakmakliyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hatina biharê ra gundê wî rengîn dibe.
Bîşkîn got ku kulîlkên zer gundê wî xweş dikin û wiha dewam kir:
"Ez û kûçikê xwe carinan diçin ji xwe ra nav kulîlkên zer digerin û dileyîzin. Her der zer bûye. Ez bextewar im ku di nav van çîçekan da me û vê hewaya paqij distînim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.