Sarê Mislîma ku ji Kobanêyê hate Tirkiyeyê diyar kir Faruq Îsmaîlê mêrê wê û Rojîna qîza wê ya 12 salî li Kobanêyê bi destê milîtanên DÎŞIyê hatin revandin. Mislîmê destnîşan kir ku qîza wê di demeke kurt de serbest berdan lê belê mêrê wê hêsîr e û bendê ye ku wî berdin.
Sarê Mislîma 50 salî ya ku li Kobanêyê jiyana xwe didomand 2 meh berê ji ber ku êrîşên DÎŞIyê zêde bûn bi 11 zarên xwe ve ji Sûriyeyê revî û hat Wêranşehra navçeya Şanliurfayê.
Sarê Mislîm li cem eqrebeyên xwe bi cî bû û bi zarên xwe re li zeviyan pemû tov dike û debara xwe dike. Mislîmê destnîşan kir ku ji vir 2 meh berê milîtanên rêxistina DÎŞIyê merê wê revandin û niha jî çevên wê li rêya mêrê wê ye.
Mislîmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Faruq Îsmaîlê mêrê wê û Rojîna qîza wê ya 12 salî li Kobanêyê bi destê milîtanên DÎŞIyê hatin revandin.
Mislîmê destnîşan kir ku qîza wê di demeke kurt de serbest hat berdan lê belê mêrê wê hêsîr e û wiha axivî:
"Piştî ku pevçûn zêde bûn bi 11 zarên xwe re pêşiyê derbasî Sirûcê bûm paşê jî ji wir hatim Wêranşehrê. Ji ser re 2 meh derbas bû lê belê hê ji mêrê min tu xeberek tune. Mirî ye an nemirî ye em nizanin. Ez bi zarên xwe ve li ber dîwaran mam. Xwedê ji wan razî be, gelê Tirkyeyê alîkari dide me. Heke ew jî nebûna jiyana me yê hê jî nebaş bûya."