SÎÎRT
Ji vir 27 sal berê li Eruha navçeya Sêrtê endamên rêxistina PKKyê êrîş biribûn ser gundekî û 25 gundî kuştibûn. Di dema êrîşê de diya Haci Baykara ew di barê genim de veşartibû û bi wî awayî xilas bibû. Haci Baykara bi alîkariya polêsên tevgera tabet ve perwerdeya xwe domand û niha jî li Zanîngeha Sêrtê bû endamê hîndekariyê.
Di komkujiya Mîlana goma li ser gundê Kiliçkayayê gelek eqrebeyên Baykara hatin kuştin. Baykara li bajarê ku lê êş û jan kişand niha perwerdeyê dide xwendekarên zanîngehê.
Hîndekarê bêşa Kîmyayê Alîkar Doç. Baykara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 1987an de dema ku endamên rêxistinê êrîşî gund kirin 8 salî bû û di barê genim de xwe veşart û wisa xilas bû.
Baykara bi bîr xist ku di bûyerê de 25 xanî hatin şewitandin û apê wî jî di bûyerê şewitî û mir.
Baykara got, "Tiştên ku hatin serê min li ser jiyana min tesîreke neyînî kirin. Di wê demên de me tiştên wisa dîtin ku divê zarok wana tu carê nebînin" û wiha pê de çû:
Piştî bûyerê gund ji ber ewlehiyê hat valakirin, her kesî mala xwe barî cihên ku qet nizanin ku çito ne kir. Dewlemandên gund li bajaran di nav xizaniyê de jiyana xwe domandin. Li gund 26 zevî û çayîrên me hebûn, mixabin me dev ji her tiştî berda û em hatin bajêr. Ew kesên ku li gund xwediyê 2 xaniyan bûn li bajêr di xaniyekî piçûk de bi 8 kesan ve jiyana xwe domandin."
Baykara eşkere kir dema ku gund hate valakirin polêsên tevgera taybet ên ku hatibûn gund alîkarî dan wî, wî perwerdeya xwe bi wî awayî domand û wiha axivî.
"Hetanî sala 1998an min bi alîkariya wan polêsan xwend û qet navber neda xwedinê. Keda wan polêsan li ser min zehf e. Bayê li bavê min xist û em di tengasiyê de man. Min şaxa Kîmyayê ya Zanîngeha Qafqasê qezenc kir û bi serkeftî beş qedand. Piştî çend salan vegeriyam Sêrtê û li Zanîngeha Sêrtê bûme hîndekar."
Baykara destnîşan kir ku li derveyî welêt tevî çend xebatên li ser kîmyayê bû û wiha got: "Li derve û hundirê welêt gelek xwendekarên min ên doktorayê hene ku ez şêwirmendiya wan dikim."
- "Di aştiyê de têkçûyîn tune"
Baykara got, "pêvajoyeke çareseriya ya ku dewam dike heye. Li gor min divê ev hetanî dawiyê dewam bike" û wiha pê de çû:
"Di aştiyê de têkçûyîn tune, lê meriv ku li paşiyê dinihêre dibîne ku nifşek winda bûye. Ez wer difikirim ku ev pêvajoya çareserî û biratiyê divê heta dawiyê dewam bike. Êdî dengê çekan bê birîn û biratiya rastî çêbibe. Li gor min meriv dikare li vî welatî rewşeke ku hemû kes wek bira bijîn ava bike."