07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
AGRI
Tesîsên germavê li Diyadîna navçeya Agiriyê li bajarê ku germahiya hewayê lê dadikeve di binê sifirê da 35 pileyî eleqeyeke mezin dibînin.
Welatiyên ku ji bajarên der û dorê tên germava Diyadînê ya ku 7 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye bi taybetî dawiya hefteyan zehf qerebalix dibin û piraniya dema xwe li germavê derbas dikin.
Ava ku ji 300 metreyî binê erdê derdikeve û germahiya wê 80 pile ye ji 5 golên sarkirinê derbas dibe û germahiya wê dadikeve 45 pileyan û berî hewzê didin.
Alî Demirciyê ku germava wî li wê derê heye daxuyanî da nûçegihanê AAyû diyar kir ku 45 sal e vî karî dike.
Demircî destnîşan kir ku welatî guh nadin sermayê û tên germavê û wiha pê da çû: "Nika germahiya hewayê di binê sifirê da 30 pile ye û hûn jî dibînin ku gelê me tê germavê. Welatî bi malbatî tên vê derê, ji derva jî mêvanên xerîb tên. Bi taybetî dawiya hefteyan vê derê zehf qerebalix dibe.
Demircî diyar kir ku germav wek çavkaniya şifayê tê qebûlkirin û ava germavê ji gelek nexweşiyan ra baş tê, bi taybetî ji bo nexweşiya gurçik û bayê zehf rind e.
Orhan Ozdenê karsaz jî got ku gelek kes guh nadin sermayê û tên germavê.