Haydar Şahin
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
MUŞ
Li Mûşê dema çinîna mêrgan û meha remezanê di ser hev da hatin, tirpankêş hetanî saeta fitarê dixebitin.
Li Ziyareta gundê Mûşê ya ku 50 kîlometreyî dûrî navendê ye tirpankêş mêrg û çayîran diçinin, ligel germahiya hewayê him rojiya xwe digrin him jî karê xwe didomînin.
Hin kes ji bo alifê heywanên xwe yê zivistanê hin kes jî ji bo firotinê gihayê mêrgên xwe diçinin û didin ser hev.
Huseyin Sevînçê mixtarê gund daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha remezanê da ligel germahiyê bi cînarên xwe ra gihê diçinin.
Sevînç got, "Ligel vê germahiyê em mecbûr in ku gihê biçinin. Ku wisa nekin giha hişk dibe û nayê çinîn. Li ciyên ku motor nakevê jî em bi tirpanan gihê diçinin."
Abdulselam Kurtê tirpankêş jî diyar kir ku îsal dema çinîna mêrgan û meha remezanê di ser hev da hatin û got, "Roj dirêj in û em bi rojî ne. Destê sibê tên û hetanî nîvro dixebitin û gihê diçinin. Hinekî bîna xwe didin û paşê dîsa dest bi xebatê dikin. Xwedê alîkarê me be. Ev keda destan e."
- "Hetanî saeta fitarê gihê diçinin"
Kadrî Çelîkê tirpankêşê 15 salan jî got, "Bi rojî çinîna gihê zehf bi zehmet e. Destê sibê tên û hetanî nîvro gihê diçinin. Piştî bînvedanê dîsa dest bi xebatên xwe dikin."
Kudbettîn Yîgît jî bal kişand ser zor û zehmetiyên tirpankêşiyê û wiha axivî: "Em destê sibê tên û hetanî saeta fitarê gihê diçinin."