Mesut Varol
20 Îlon 2022•Rojanekirin: 23 Îlon 2022
Li herêma Altinsaçê ya Gola Wanê Derhênerê Dîmenên Binavê Tahsîn Ceylan di xebata tevî ekîba xwe birêva dibe da mîkrobîyolîteke bi dirêjahiya 32,2 mêtroyî keşif kir û dîmenên wê kişandin.
Ceylan berê jî li heman herêmê di xebateke birêva bir da mîkrobîyolîteke qasî 23 mêtro dirêj e dîtibû û tevî wan dîmenên çavkaniya ava şîrîn a ji bin golê diavêje jî kişandibû.

Di daxuyaniya ku Ceylan da nûçegihanê AAyê da ragihand ew mîkrobîyolîtên jê ra "mercanên Gola Wanê" jî tê gotin ji hêla ekosîstema golê va gelek bi kêr tên.
Ceylan destnîşan kir ku di xebatên li herêma Altinsaçê kirin da 3 sal berê mîkrobîyolîteke 23 mêrto dirêj e tespît kirin û li gelek deverên golê jî xebatên xwe didomînin.

Ceylan diyar kir ku dema ekîbên binavê yên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê perwerde dikirin di bin golê da rastî mîkrobîyalîta 32,2 mêtroyî hatin û ew keşif kirin.
Mîkrobiyalîtên di bin Gola Wanê da ne wekî "kevirê cinan ên binav" tên binavkirin û tê payîn ku bi kêrî turîzma herêmê bê.