Necmettin Karaca
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 06 Hezîran 2024
Koça masîkefalên ku di Gola Wanê da dijîn û di serdema lihevzêdebûnê da ber bi ava şêrîn koç dikin û xerzê xwe datînin, didome.
Koça masîkefalan a berevajiyî herka avê ya ku hersal di navbera 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê da diqewime, bi temaşekirina bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî va didome.
Serokê Komeleya KuzeyDogayê Prof. Dr. Çagan Şekercioglu ku li zanîngehên Utah û Koçê endamê hîndekariyê ye, tevî tîma xwe ya 6 kesî dîmena koça masîkefalan kişand.
Şekerciogluyê ku li navçeya Erdîşê li Parqa Tebîetê ya Masîkefalan dîmen kişandin, diyar kir ku menzereyên wan dîtin, bêhemta ne.
Şekercioglu bal kişand ku ew dîmena bernameya "Berî ji Nav Biçe Keşf Bike" ya di TRT Belgefîlmê da tê weşandin, dikişînin û wiha axivî, "Gava ez di destpêka salên 2000î hatim, min ev koça newaze ya masiyan nedîtibû. Ez pir kêfxweş im ku ji bo cara ewil şahidiya koça masîkefalan dikim. Masîkefal di salên 1960î da salane 600 ton dihatin girtin, lê niha êdî salane derdora 10-15 tonî tên girtin. Masiyên piçûk tên parastin. Bejna masîkefalan ji 14 santîmetreyî gihîşt 22 santîmetreyan. Ev jî hem ji hêla ekolojîk û hem jî ji hêla aboriyê nîşan dide ku nirxê masîkefalan zêde bûye."