Zafer Fatih Beyaz
20 Îlon 2022•Rojanekirin: 21 Îlon 2022
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo hin deverên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya bayê gur û bahozê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî, sibê ji şefeqê pê va li dorbera Wan, Hekarî, Şirnex, Bîngol, Bidlîs û Mûşê û her wiha li Erziromê ji aliyên başûr va ba dê were û tê texmînkirin ba dê gur be û bo kurtemekê jî dê vegerîne bahozê (50-70 km/saet).
Li hemberî rewşên neyînî yên wekî astengiya di veguhestinê da, firîna baniyan û welgerîna dar û dîregan meriv divê baldar û bi tedbîr bin.