Orhan Sağlam
29 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2024
Di sala 2017an da li Adilcewaza navçeya Bedlîsê di binê Gola Wanê da bermayiyên kelehekê hatibûn dîtin ku derhênerê dîtbarî Tahsîn Ceylan û ekîba wî noqî binê golê bûn û dîmenên kelehê kişandin.
Tahsîn Ceylan û ekîba wî her tim li binê Gola Wanê lêkolînan dikin.
Ceylan û hevalên wî noqî binê Gola Wanê bûn ku bermayiyên kelehê ya di sala 2017an da li Adilcewaza navçeya Bedlîsê hatibû dîtin bikşînin.
Ceylan û noqav Murat Kulakaç, Mehtap Akbaş Çîftcî, Serkan Ok hatin bal hev ku vê keleha dîrokî ji hêla tûrîzmê va bidin nasîn.
Fermandariya Koma Gola Wanê ya Ewlehiya Qeraxê jî piştgirî da ekîbê ku ew rehetî noqî binê avê bibin.
Ekîbê wêne û dîmenên bermayiyên kelehê û kevirên wê yên bi neqş qeyd kir.
Ceylan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xebatên ku tên kirin ji bo tûrîzmê û aboriya herêmê ne.
Ceylan wiha axivî: "Me berê beşek ji kelehê li peravên Adilcewazê dîtibû. Di sala 2017an da me wek ekîb wêneyê aliyê din ê kelehê kişandibû. Ew ji kevirên hatine birîn hatiye çêkirin û li derûdora wê berhemên dîrokî hene. Ji hêla arkeolojîyê va cihekî pir bi qîmet e. Em dibînin ku ev der ya Ûrartûyan e. Ev der ji hêla turîzmê ya noqbûna avê va ji bo herêmê pir girîng e."
Ceylan anî ziman ku ev bermayiyên çandî yên di binê avê da gelek girîng in û divê bên parastin û wiha dewam kir: "Ev keleh bêyî ku xirab bibe li ser piyan maye. Bi vî rengî heta roja îro maye ku ev pir girîng e."