Ekip
04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ZONGULDAK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê wiha got: "Ez li Kerkûkê ji xeynî alaya neteweyî daliqandina alayeke duyemîn xelet dibînim. Xwediyê wê alayê divê baş bizanibin cihêkariyê dikin. Ez bang li Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê dikim, bila dev ji vê xeletiyê berdin."
Serokomar Erdogan li Meydana Madenci Aniti ya bajarê Zonguldakê di vekirina bikomî de axivî û li ser rojevê nirxandin kirin.
Li ser bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê û nîqaşên li ser vê wiha axivî: "Ez li Kerkûkê ji xeynî alaya neteweyî daliqandina alayeke duyemîn xelet dibînim. Xwediyê wê alayê divê baş bizanibin cihêkariyê dikin. Ez bang li Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê dikim, bila dev ji vê xeletiyê berdin."
Der barê îdiayên Kiliçdaroglu yên li ser derbeya 15ê Tîrmehê jî Erdogan wiha nirxandin kir:
"Serokê partiya muxalefeta sereke behs dike ku derbe senaryo ye. Niha ez bangî Kiliçdaroglu dikim heke di destê te de tu belge hebin derkeve û eşkere bike. Ji bo piştî 16yê Nîsanê nehêle, tu yê paşê rezîl bibî. Tu her dem dibêjî di destê min de dosye hene. Heta niha tu gotinên te derneketin, niha derkeve vê bêje."