Dawiya hefteyê tevahiya welêt dê baran bê
Barana ku dê ji aliyên başûrê rojava yên welêt dest pê bike sibê dê li Marmara, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn û aliyên navîn ên Behra Reş û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê bi bandor be
Ankara
Dawiya hefteyê dê piraniya welêt baran bibare.
Abdullah Macîtê Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê der barê rewşa hewayê ya dawiya hefteyê tê payîn da ji nêçegihanê AAyê ra nirxandin kirin.
Macît got ku hewaya bi baran a ku dê ji başûrê rojavayê welêt dest pê bike sibê li piraniya welêt li Marmara, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn û aliyên navîn ên Behra Reş û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê bi bandor be.
Macît da zanîn şiliya ku wekî taviya baranê û barana gur a bi birqetav tê payîn li Antalya û Rojhilatê Behra Spî gur be û diyar kir ku roja yekşemê jî şilî dê li tevahiya welêt bibandor beç
Macît got ku "Şilî dê li Rojhilatê Behra Spî û Herêma Başûrê Rojhilat û başûrê rojavayê rojhilatê Anadoluyê gur be. Dê wek baran û taviya baranê bê, dibe ku cî bi cî lehî çêbe û av rabe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
