Hüseyin Yıldız
23 Mijdar 2021•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2021
Li Îdira ji hêla heywandariyê va yek ji wan bajarê herî girîng e koçer ji zozanan vedigerin.
Li bajêr welatî debara xwe piranî bi heywandarî û çandiniyê dikin ku milyonek û 400 hezar pez li Îdirê heye.

Koçerên havînê diçin zozanan ji ber ku payîzê hewa sar dibe vedigerin gundên xwe.
Koçer heywanên xwe dibin Agirî, Qers, Erdexan û Erziromê, dema hewa sar dibe jî vedigerin Îdirê.

Koçer piştî rêwîtiyeke di navbera 40 û 60 rojî digîhîjin gundên xwe.
Cotkar Aslan Onay ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li hemberî ewqas zehmetiyan bê zirar zivirîne gund û wiha axivî: "Em ji Qersê zivirîn. 50 roj e em di rê da ne, me zehmetî kişand. Cotkarî zehmet e, me serma dît, hişkayî dît. 1200 heywanên me hene, em7-8 meh in li zozanan in."

Cotkar Riza Tîltay jî got piştî ku wan li Erzirom, Qers û Agiriyê heywanên xwe çêradine ew vegeriyane.

Tîltay wiha axivî: "Nêzîkî 40 rojan e em di rê da ne. Car caran em di binê berfê da man. Hişkayî jî hebû, piştî rêwîtiya çiya û zinaran em gihîştin welatê xwe. Di meha nîsanê, biharê li gund kes namîne, her kes dîsa diçe çol û bestan û zozanan. Em debara xwe wisa dikin."