Jiyan

Mamoste Ebrû ji bo xwendekarên gundê çiyayî tengasiyê dikişîne, lê kêfxweş e

Bülent Mavzer  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Mamoste Ebrû ji bo xwendekarên gundê çiyayî tengasiyê dikişîne, lê kêfxweş e

Iğdır

 Mamosteya Manîsayî Ebrû Erturk li gundekî çiyayî yê Îdirê tekane mamoste ye û digel hemû zor û zehmetiyan hem xwendekaran perwerde dike hem jî karên îdarî yên dibistanê dimeşîne.

Mamoste Ebrû nêzî 2 meh berê li gundê Pinarbaşiya gundê Îdirê hat tayînkirin. Gund 35 kîlomêtre dûrî navenda Îdirê ye û mamoste serê sibehê li navenda bajêr li serwîsê siwar dibe.

Gund dikeve quntarê Çiyayê Erezê û 1900 mêtre bilind e. Erturk serê sibehê pêşiyê sobeya dibistanê tijî dike û agir berdidê.

Paşê xwendekar tên dibistanê û mamoste dest bi dersê dike.

Di polê da 7 xwendekarên keç û 3 xwendekarên kur hene.

Ebrû Erturkê ji nûçegihanê AAyê ra got ku her çend şert û mercên gund dijwar bin jî ew seba berdewamiya perwerdeyê hewl dide.

Erturkê daxuyand, dema ew tê cihê xwe yê wezîfeyê, pir kêfxweş dibe û wiha dewam kir, "Hefteyên borî du rojan berf barî, me bi zarokan ra di baxçe da topa berfê leyîst. Ji ber ku li Manîsayê mezin bûm, ez hesreta berfê bûm. Wexta ku berf barî, ez ji zarokan zêdetir şa bûm. Li dibistanên gundan şert û merc dijwar bin jî, her tişt xweştir e. Qîmeta ku li vê derê didin mamosteyan pir mezin e, qîmeteke mezin didin me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın