Önder Beyter
03 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê piştî ku berf barî, Çiyayên Munzurê spîçîl bûn û dîmenên mîna postkartan derxistin holê.
Li Ovacika ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî yên wekî Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Gera Mercan, Çaviyên Munzurê û Zozanê Kepir navdar e, payîzê ciyê xwe da zivistanê.
Li navçeyê piştî barîna berfa ku ev çend roj in dewam dike, li Çiyayên Munzurê yên ku bi berfê xemilîn, dîmen û menzereyên newaze derketin holê.