Abdullah Tel
03 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2019
Li Erziroma ji bajarên Tirkiyeyê ku zivistan lê gelek bi zor û zehmetî derbas dibe ji ber barîna berfê dîmenên mîna qarpostalan derketin holê.
Li bajêr berfê nîvê şevê dest pê kiribû û berdestê sibehê bandora xwe zêde kir. Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya li Çiyayê Palandokenê jî di nav da mîna ku xêliyeke spî bi ser çar aliyê bajêr da kiribin, dîmen derketin holê.
Ji ber berfê welatî û şofêr di çûn û hatinê da rastî zehmetiyan hatin lê ji aliyekî va jî bi bi saya serê berfê wêneyên mîna qartpostalî çêbûn.
Ser darên li bajêr, cih û warên dîrokî yên ji bo turîzmê tên emilandin, mal û xaniyan hemû bi berfê va çil spî bûn.
Parka Ata Botanîkê ya Zanîngeha Ataturkê ku li navçeya Yakutiyeyê cih digire bi dar û çîçekan nav xwe va nêzî 150 nebatî dihewîne û ew der bi xweşiya xwe ya saya berfê va wek navenda wênekişandinê xuya dike.
Rengên curbecur ên nebatên di parqê da bi xêra berfê zêdetir dibiriqin û balê dikişînin mirov qet naxwaze ev wêne ji holê rabe.