Jiyan

Bi milekî debara mala xwe dike

Yunus Erayê bi milekî hewl dide jiyana xwe bidomîne bi motorsîkletek sê teker a xêrxwazan jê ra kirî va barê gel dibe û tîne, xurdeyan kom dike û pê debara mala xwe dike

Haydar Şahin  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
Bi milekî debara mala xwe dike

Iğdır

 Yunus Erayê milekî wî tune yê li Îdirê dijî bi mîlekî xwe dixebite û debara malabata ji 7 kesan pêk tê dike. Kesên wî nas dikin ji ber hewla wî teqdîr dikin.

Yunus Erayê 41 salî yê li mala ji bavê wî maye ya li Taxa Qereaxacê dijî di zaroktiya xwe da dema li ser xanî ji ser xanî ket xwarê. Milê Eray şikest û paşê jî hat birîn.

Erayê bi milekî hewl dide jiyana xwe bidomîne bi motorsîkletek sêtekir a xêrxwazan jê ra kirî va barê gel dibe û tîne, xurdeyan kom dike û pê debara mala xwe dike.

Eray her roj ber destê sibê radibe û dest bi karê xwe dike, 3 zarok, xanim, dê û bavê xwe xwedî dike.

Erayê ji hêla gel tê teqdîrkirin xêncî bi destxistina debara mala xwe 2 zarên xwe dide xwendin, bavê xwe yê nexweşê xefirxaniyê xwedî dike.

- "Min ji bo jiyanê têkoşîna xwe da"

Yunus Eray daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di zaroktiya wî da milê wî şiket û cebarekî li gundê wan milê wî yê şikestî girê da.

Eray destnîşan kir ku ji bo dermankirinê çûn Erziromê û di kontrolê da derket holê ku milê wî şaş girêdane dibê milê wî were jêkirin û wiha pê da çû:

"Doxtoran milê min bi emeliyatê jê kirin. Dema min li nexweşxaneyê çavên xwe vekir dît ku milekî min tune. Doxtoran ji bo ceribandinê şemsiye dirêjî min min kirin ku ez hildim, lêbelê ji ber ku min milê xwe yê çepê bi kar neanîbû şemsiye li erdê ket. Piştî vê jiyaneke zor derbas kir. Min di 7 saliya xwe da nikaribû bi milê xwe yê çepê tiştek bikira. Paşê hînî milê xwe bûm û min têkoşîna xwe domand. Ez nika bi wî milê xwe malbata xwe xwedî dikim."

Eray got ku berê bi navbeynkariya ÎŞKURê li hin ciyan xebitî, nika mehaneya astengdaran distîne, daxwaza wî ew e ku têkeve karekî bi sîgorte.

Eray wiha pê da çû:

"Ji kesên siheta wan li cî ye daxwaza min ew e ku bira bi çavê nebaş li astengdaran mêze nekin lewra her meriv namzedê astengdariyê ye. Li vê dinyayê ji bo tenduristiyê garantiya tu kesî tune. Madî nebe jî menewî alîkariyê bidin astengdaran. Min hetanî îro dest xwe li ber tu kesî venekir û ji bo jiyanê têkoşîna xwe da. Nika her kes min teqdîr dike. Ez bangî heval hogirên astengdar dikim, jiyan çiqasî zor dibe bira bibe bira dev jê bernedin û li ber xwe bidin, di dawiyê da ew ê bi ser bikevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın