Sevim Hatun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê 2 çiyager hilkişiyan Çiyayê Kurt ku bilindiya wî 3 hezar û 900 metre ye.
Nûneriya Bajêr a Hekariyê ya Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê (FÇT) di çarçoveya bernameya 2017an de, 2 çiyager hilkişiyan Çiyayê Kurt ku bilindiya wî 3 hezar û 900 metre ye.
Yuksel Işik û Emîn Noyanê ku li Geliyê Depînê dest bi hilkişînê kirin, bi şev li nêzî Gola Kanê bêhna xwe dan û serê sibê dîsa dest bi hilkişînê kirin. Işik û Noyan bi zor û zehmet hilkişiyan zîrveya çiya, deftera zîrweyê danîn vir û paşê dest bi daketinê kirin.