Önder Beyter
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku li 6 parêzgehan wê şilope û berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê ewrayî û pirewrayî be û herwiha bi navber wê şolipe û berf bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gorî pileyên asayî yên demsalê be, ji rojava û başûrê rojava jî bayekî nerm ku wê car caran jî hinekî bihêz be, rabe.
Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Erzinganê 4, li Îdirê 3, li Tunceliyê 1, li Erzirom û Agiriyê sifir, li Qers û Erdexanê jî di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku li herêmê nava rojê wê pileya germahiyê li Îdirê 10, li Erzinganê 9, li Tuncelî û Agiriyê 7, li Erzirom û Erdexanê 4, li Qersê jî 3 pile be.
Li herêmê qalindahiya berfê jî li Qers û Erdexanê 7, li Erziromê 3 û li Agiriyê jî 2 santêmêtro hat pîvan.
- Qers
Di vê navberê da li Qersê berfa ku nîvê şevê dest pê kir û bi navber dewam dike, li ser jiyana rojane ya welatiyan tesîreke neyênî kir.
Serê sibê welatiyên ku xwestin biçin karê xwe, ji ber berfê gelekî zehmetî kişandin.
Dîsa cemeda li ser Pira Mîhralîbey û Kolana Înonuyê jî zikê welatiyan hinekî êşand. Ekîbên şaredariyê ji ber hindê xoy li rê wer kirin.