Bizin ji gakoviyê ra şîremakiyê dike
Bizin ji golika gakoviyê ya ku di 12ê tebaxê da li Park Of Îstabula baxçeyê heywanan hat dinyayê ra maktiyê dike

Istanbul
Bizin ji golika gakoviyê ya ku di 12ê tebaxê da li Park Of Îstabula baxçeyê heywanan hat dinyayê ra maktiyê dike.
Çend roj berê li baxçeyê heywanan hem bizinek hem jî gakuviyek zan.
Gakoviya mak za û 2 golikên 1,5 kîloyî anî. Ji ber ku golikeke wê mirar bû gakoviyê li golika din jî nebanî kir û nehîşt golik bimije.
Li ser vê xebatkarên bexçeyê hewanan ji bo golikê bimijînin birin ber bizina ku di hema rojê da zabû.
Bizinê pêşiyê nehîşt ku golik bimije lêbelê paşê deng nekir û nika ji golikê ra şîrmakiyê dike.
- "Golik bizinê dimêje"
Biyolog Bîrol Turanê ku golika gakoviyê xwedî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li baxçeyê wan 13 gakoviyên sipî û gakoviyên belek hene û 2 heb jî xezal hene.
Turan diyar kir ku gakoviyên belek ên xas li Antalyayê hene û Tirkiye ji cisnekî xas ê li her ciyî nayê dîtin ra malxwedîtiyê dike.
Turan got îsal bi tenê golekek gakoviyên belek bû û wiha pê da çû:
"Gakoviya me ya sipî teze za. Hê 48 saet derbas nebû. Gakoviya belek jî li golikê nebamî kir. Em nika golikê dimêjînin. Bizina me jî di heman rojê da zabû. Me golik da ber bizinê. Bizinê pêşiyê nehîşt ku golik bimêje lêbelê paşê deng nekir û nika ji golikê ra şîrmakiyê dike."
- "Em ê 10 roj şûnda golikê bidin ber maka wê"
Turan got heywanên wekî bizin û gakoviyan heke bîna wan ji karik û golikên wan neyê nahêlin bimêjin, dem ser ra derbas dibe bîna wan li wan digere û li golik û karikên xwe xwedî derdikevin.
Turna wiha got: "Bira golik hinekî bi xwe were em ê 10 roj şûnda golikê bidin ber maka wê. Em ê bîna gakoviyê bi golikê bidin û ew ê jî golikê qebûl bike."
Turan got ji bo navekî li golikê bikin ew ê anketê bikin û di encama wê da nav lê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.