Bîrgul ji bo neqla mejiyê hestû li benda alîkariyê ye
Li Xelata navçeya Bidlîsê Bîrgul Koseya 11 salî bi penceşêra mêjiyê hestû ket û ji bo ku tedawî bibe ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze
Bitlis
Li Xelata navçeya Bidlîsê Bîrgul Koseya 11 salî bi penceşêra mêjiyê hestû ket û ji bo ku tedawî bibe ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze.
Bîrgul Kose li navçeyê ji 6 zarokên Kasim Koseyê ku bi karkeriyê debara xwe dike, yek e û ji bo Bîgulê du meh berê teşxîsa penceşêra mêjiyê hestû danîn.
Malbat ji ber ku feqîr e û nikarin Bîrgulê tedawî bikin, seba neqilkirina mêjiyê hestû li benda alîkariyê ne.
Koseyê Bavê Bîrgulê daxuyanî da û got ku divê keça wî li Enqereyê tedawî bibe, ji bo vê jî wî ji rayedaran alîkariyê xwest.
Îkram Çetînê xalê Bîrgulê jî got ku wan berî niha seba malbatê alîkarî berhev kir.
Çetîn diyar kir ku divê Bîrgula xarziyê wî tedawî bibe û wiha dewam kir, "Em dixwazin keçikê li nexweşxaneyeke baş bidin tedawîkirin. Me li Diyarbekirê bir nexweşxaneyê. Li wê derê gotin ku nexweşiya penceşêra mêjiyê hestû pê girtiye. Heke mêjiyê hestû neqil nebe, di jiyana wê da pirsgirêk wê derkeve. Em ji bo vê yekê li benda alîkariya rayedaran in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.